ERDOGAN LI XETERIYA KU ARTÊŞA WÊ TÊ DE YE MUKUR HAT

Erdogan bitirs e û êdî li xeteriya ku leşkerên wî tê de ye mukur hat.

Serokê hikumeta AKP’ê Erdogan piştî hevdîtina hevkarê xwe yê Rûsî Vladimir Putin ji çapemeniyê re axivî û got:

Rewş pir aloz bûye, ango bi rastî êdî leşkerên me di xeteriyê de ne.

Em naxwazin ev tişt dewam bike.. heya em karibin em ê wan biparêzin.

Her wekî Putin jî heman tişt anî ziman û got:

Em herdu der barê rewşa Idlibê de bifikar in.

Roja Înê hêzên hikuemta Sûrî nuqteyeke çavdêriyê ya artêşa Tirk li Morek li parêzgeha Hemayê dorpêç kir.

Berî wê bi çend rojan jî, balafirên Rêjîma Sûrî û Rûsî karwaneke leşkerî ya Tirkiyê kir armanc.

Ji bo vê jî, Erdogan duh dîsan gef li rejîma Sûrî xwar ku eger êrîşên xwe nesekinîne wê Tirkiyê li gorî hevpeymanên Soçî û Asatanayê tev negere.

 

Leave a Reply

Back to top button