Li Kabûlê Talîban êrişî çalakiya jinan kir û 4 jin girtin

Li Kabûlê jinên ku ji bo astengiya li hemberî perwerde û jiyana xebatê were rakirin hatin ba hev û çalakî li dar xistin, rastî êrişa çekdarên Talîbanê hatin û 4 jin hatin girtin.

Li Efganistanê di Tebaxa 2021’ê de Talîbanê dest danîn ser rêveberiyê.

Ji wê rojê ve heta niha polîtîkayên qedexeyî yên Talîbanê ji aliyê jinan ve tên şermezarkirin.

Talîban li dijî van çalakiyan bi tundî bersiv dide û jinan dixe binçavan.

Tevî vê yekê jî jin ji bo mafên xwe dest ji berxwedanê bernadin.

Li paytext Kabûlê jin li ser cadeya Amdeh hatin ba hev û çalakiyek li dar xisitn.

Talîban êrişî çalakiyê kir û 4 ji wan jinên ku li hember polîtîkayên dijî jinê yên Talîbanê çalakî li darxistin hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Back to top button