PENTAGON: VEKIŞÎNA YPG’Ê NIYETA WAN A BAŞ NÎŞAN DIDE

Piştî ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî pêkanîna pêvajoya yekemîn a lihevkirina derbarê Herêma Parastina Sînor de ragihnad.
Wezareta Parastina Emerîkayê Pentagon ev gav, weke gaveke baş nirxand.
Her wiha Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin jî destnîşan kir ku lihevkirina ji bo herêma parastina sînor gaveke erênî ye û yekîtiya xaka Sûrî diparêze.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî duh bi daxuaniyekê ragihand ku, pêvajoya yekem a pêkanîna projeya lihevkirina sêalî derbarê Herêma Parastina Sînor de dest pê kir..

Hevserokê Buroya Parastinê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El-Asî di daxuyaniyê de eşkere kir ku 24 mehê li Serê Kaniyê, mewzî hatin rakirin, komeke ji YPG tevî çekên giran paşve kişiyan û noqteyên sînor radestê meclîsa leşkerî ya heremê kirin.

Têkildarî mijarê wezareta Parastina Emerîkayê Pentagon vekişîna hêzên YPG’ê ji ser sînor weke gaveke baş nirxand.

Pentagonê vekişîna Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi niyeta pak a pêkanîna lihevkirinê pênase kir..

Pentagonê her wiha diyar kir wê ev gav bihêle koalîsyon û hevkarên wê ango QSD’ê li ser têkbirina DAIŞ’ê bixebitin.

VILADIMIR PUTIN:
EM PIŞTGIRIYA LIHEVKIRINA TIRKIYE Û EMERÎKAYÊ DER BARÊ SÎNOR DE DIKIN

Her wiha duh û di kongreyeke çapemeniyê de Serokê Rûsyayê Viladîmir Putin destnîşan kir ku lihevkirina navbera Emerîka û Tirkiyê ji bo herêma parastina sînor gaveke erênî ye.

Putin tekez kir ku ev lihevkirin wê ewlehiya herêmê mayînde bihêle, her wiha yekîtiya xaka Sûrî jî biparêze û Rûsya piştgiriya vê gavê dike.

Di 5 û 7 vê mehê de ji bo peyda makanîzmeyekê der barê parastina ewlehiya sînorê Bakur û Rojhilatû Sûrî, di navbera Emerîka û Tirkiyê de hevdîtin pêk hatin.

Wekî lihevkirineke destpêkê, li ser avakirina Odeyeke Hevbeş a çalakiyan hat lihevkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button