Rûsya: Wê di demekî nêz de hevdîtina 4 alî pêk were

Li ser xwîna gelê Sûrî careke din maseyên bazeran tên danîn.
Rûsya, Îran, Tirkiye û Hikumeta Şamê ji bo bazarên nû di nava danûstandinan de ne.
Wezareta Karê Derve ya Rûsya ragihand ku wê di demekî nêz de civîna 4 alî pêk were.
Ji niha de ya diyar li cihê daxwazên Sûriyan, bazarên deshilatdariyê heye.

Li cihê guhdana daxwazên gelê Sûrî, di sala 13’an a şerê li welêt de jî, maseyên bazarê tên danîn.

Ji bo vê bazarê careke din zend hatine badan û hesab tên kirin.

Şam, Moskow, Tahran û Enqere hesaban digerînin.

Cîgirê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Mixaîl Bogdanov têkildarî civîna 4 alî ji medyaya Rûsyayê re axivî.

Mixaîl Bogdanov eşkere kir ku şêwirên çaralî yên li ser asta cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Tirkiye, Îran û Hikumeta Şamê, dibe ku di destpêka Nîsana bê de li Moskowê pêk werin.

Bogdanov têkildarî mijarê got:

“Di demek nêz de ye.

Em amadekariyan dikin.

Texmîn dikim di destpka Nîsanê de li Moskovê bên lidarxistin, dê ev şêwir bibin destpêka amadekariyên civîna wezîran.”

Daxuyaniyên Bogdanov piştî taloqkirina civîna çaralî ya têkildarî Sûriyeyê ku dihat payîn 15-16`ê Adarê li dar bikevin, tên dayîn.

Di navabera Îran û Hikumeta Şamê de peywendiya telefonî

Doh jî Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebid El Lehyan bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê Hikumeta Şamê Feysel Miqdad re aixvîbû.

Li gorî medyaya Îranê, herdu wezîran geşedanên herêmî û navneteweyî nîqaş kirine.

Enqere: Wê civîn ne di asta serokan de be

Berdevkê Serokomariya dewleta Tirk a qirker Îbrahim Kalin jî duh daxuyand ku hewldanên ji bo lidarxistina civîna çaralî didomin.

Kalin destnîşan kir ku wê civîn ne di asta serokê welatan de pêk bê.

Beriya du rojan jî çavkaniyên dîplomatîk ên “rojavayî” ji rojnameya El Watan a nêzî hikumeta Şamê re eşkere kiribû ku şêwirên ji bo lidarxistina civîna komîteya çaralî ya li ser asta alîkarên wezîrên karên derve dewam dikin.

Heman çavkanîyê îşaret bi vê yekê kir ku garantiyên hikumeta Şamê li ser israr dike mîna vekişîna hêzên Tirkiyê ji axa Sûriyê û rawestandina piştgiriya rêxistinên çekdar, hê jî tên nîqaşkirin.

Back to top button