Endamê Rêveberiya YNK: Walîtiya Kerkûkê mafê Kurdan e

Endamê Rêveberiya YNK’ê Avêsta Mihemed diyarkir ku wezîfeya walîtiya Kerkûkê mafê Kurdan e û got: “Bêyî biryara YNK’ê kes nikare li ser diyarkirina walîtiya Kerkûkê nîqaşan bike.”

Endamê Rêveberiya YNK’ê Avêsta Mihemed li ser wezîfeya walîtiya Kerkûkê ji medya YNK’ê re axivî.

Avêsta Mihemed ani ziman ku wezîfeya walîtiya Kerkûkê mafê Kurdane û di nav Kurdan de jî mafê YNK’ê ye.

Avêsta Mihemed di dewamê de got; “Bêyî biryara YNK’ê kes nikare li ser diyarkirina walîtiya Kerkûkê nîqaşan bike.

Em bang li hemû hêzan dikin ku li hev runin û pirsgirêkê çareser bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya çend rojan Endamê Mekteba Siyasî ya PDK’ê Kemal Kerkûkî ragihandibû ku divê kesayetek nîştiman-perwer û Kurd bibe waliyê Kerkûkê ku ne-girêdayî YNK’ê û PDK’ê be.

Back to top button