3 welatiyên din ji Efrînê hatine revandin û heya niha aqûbeta wan ne diyar e.
Tora Çalakvanên Efrînê jî da zanîn ku çeteyên bi navê Polîsên Sivîl Hesen Tobal ê ji gundê Dêr Sewan revandin e.
Torê da xuyakirin ku Hesen Tobal ev cara 2’emîn e tê revandin û heya niha aqûbeta Hesen Tobal ne diyar e.
Li aliyê din Efrîn News 24 jî, da zanîn ku çeteyên Feyleq Elşam 2 welatî ji gundê Bihiya ya Şêrawayê revandin.
Navên her du kesên hatî revandin jî wiha ne: Xelîl Ibrahîm Omer 35 û Omer Omer 20 salî ye.
Efrîn News diyar kir ji ber ku Xelîl Omer û Omer Omer beşdarî xwepêşandanan bûne hatine revandin.