Bi fermana li ser Şengal û gundên derdora wê, bi sedhezaran kes malê xwe hiştin û koçber bûn. Lê piştî rizgarkirina Şengalê bi hezran malbatên Êzidî ku li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê kurdistanê bi çih bibûn vegeriyan ser mal û milkên xwe. Li gorî agahiyên ku saziyên rayedarên meclîsên gel ên Şengalê dane, heta niha 70 hezar kes vegeriyan Şengal û gundên wê.
Piştî êrîş û komkujiya li ser Şengal û gundên derdora wê, ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk hatin, bi sedhezaran kes malê xwe hiştin û koçber bûn.
Her wiha bi hezaran keç û xortên Êzidî, ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin û revandin.
Li dijî êrîş û komkujiyên çeteyan, civaka Êzidî ji bo parastina xwe, ket nava liv û tevgerê.
Di vê çarçoveyê de Yekîneyên Berxwedana Şengal û Asayîşa Êzidxanê hat avakirin.
Bi desteka hêzên YPG -YPJ, gerîlayên HPG’ê, Şengal û gundên derdora wê di sala 2015’an de hat rizgarkirin.
Piştî rêzgarkirina Şengalê bi hezaran malbatên Êzidî ku li Kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê bi cih bûn vegerîn ser mal û milkên xwe.
Li gorî agahiyên ku saziyên rayedarên meclîsên gel ên Şengalê belav kirin, heta niha 70 hezar kes vegeriyan Şengal û derdora wê.
Li gel vegera malbatan, Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî, bi armanca pêşwazîkirina pêdiviyên gel, ket nava liv û tevgerê.
Hevserokê Meclîsa Gel a Xanesorê Pîr Haşim têkildarî mijarê ji Ajansa Rojnews re axivî û got:
Em hewl didin ku pêdiviyên welatiyan pêşwazî bikin.
Ev malbat jî beriya çend rojan, piştî 5 salan vegeriyan Şengalê.
Em weke meclis li gorî derfetên xwe destekê didin malbatan.