Li Ewropayê ji bo destekdayîna hilbijartinê xebat tên kirin.
Dildarên HDP û Partiya Çep a Kesk ên li derveyî welat, Tora Ragihandina Demokratîk a Gelan (HADÎ) li Ewropayê ava kirin.
Bi weşana zindî ya li ser înternetê ev tor hate avakirin.
Daxuyaniya avakirinê ji aliyê 9 kesên ji Elmanya, Swêd, Fransa û Swîsreyê hate xwenedin.
Hate diyarkirin li Yewnanistan, Hollanda, Îtalya, Avûstûrya, Danîmarka, Îngîltere û Bakurê Kibrisê jî dildarên HADÎ Ewropayê hene.
Her wiha hat destnîşankirin ku divê dildarên HDP’ê zêdetir tevlî xebatan bibin û di nava demeke kurt de ji her kesî re were gotin ku wê HDP bi Partiya Çep a Kesk têkeve hilbijartinan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li derveyî welat, 3 milyon hilbijêr hene û beşeke wan a zêde tevlî hilbijartinê nebûne.
Hat ragihandin ku bi rêya malper û hesabên medyaya dîjîtal dikarin têkiliyê bi HADÎ – Ewropayê re were danîn.