Ji Şehbayê daxwaza cezakirina berpirsên Komkujiya Cindirêsê

Hêrsa li dijî komkujiya Cindirêsê bi dawî nabe. 32 partiyan û tevgerên siyasî li Qamişlo, her weha li Şehba, Heleb û Kobanê jî bi daxuyaniyên cuda daxwaza cezakirina berpirsên Komkujiya Cindirêsê hat kirin.

5 salin hovîtî û barbariya çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî ranewestiya ye.

Êdî bese ji êş û azarên 5 salan re.. Ev gotina xelkên Efrînê ye piştî komkujiya li Cindirêsê.

Ji bo cezakirin û derxistina dagirkeran ji Efrînê, roj bi roj qîrîn bilindtir dibe.

Xwedekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara û Desteya Perwede û Hîndekariyê yên kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî Komkujiya Cindirêsê li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê daxuyaniyek hevpar da.

Di daxuyaniyê de “komkujiya di şeva Newrozê de li dijî gelê Kurd pêk hatî” hat şermezar kirin.

Dawiyê daxwaz hat kirin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên Sûriyê bên derxistin, sûcdar û berpirsên Komkujiya Cindirêsê bên cezakirin.

32 Partiyan banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk ser axa Sûriyê kir

Di çarçoveya heman daxwazan de, 32 partiyan û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li dar xist.

Çalakiyê li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê ya li Qamişlo pêk hat.

Di daxuyaniyê de banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê hat kirin û hat destnîşan kirin ku Tirkiye û Îtîlaf berpirsên komkujiya Cindirêsê ne.

Ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk jî, partiyan banga pêkanîna yekitiyê û hevgirtinê kir.

Piştî daxuyaniyê, şandeyeke 32 partiyan, nameyeke nerazîbûnê radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê kir.

​​​​​​​”Komkujiya li Cindirêsê sûcekî qirkirinê ye”

​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê jî têkildarî komkujiya Cindirêsê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyaniyek dan û gotin: Ev zêdetirî 5 sal e li dijî xelkê Efrînê hemû kiryarên nîjadperest û faşîzane tên kirin û guhertina demografiyê didome.

Komkujî wek sûcekî qirkirinê li dijî Kurdên li Efrînê hat binavkirin û bang li aliyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku “kiryarên terorîst” rawestînin.

Yekîtiya Parêzeran: Berdewamiya dagirkeriyê berdewamiya terorê ye

Yekitiya Parêzeran a Herêma Firatê têkildarî komkujiya Cindirêsê daxuyanî da.

Yekitiya Parêzeran hişyarî da ku heke dewleta Tirk a dagirker ji axa Sûriyê dernekeve dê tundî, teror û pêkanîna sûcan berdewam bike.

Back to top button