Artêşa Tirk gundê Şera topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin. Dagirkeran îro dîsa gunekî navçeya Şera topbaran kir.

Îro careke din artêşa dewleta Tirk a dagirker berê topên xwe da herêmê û bi dijwarî topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker gundê Îrşadiyê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî da ber topan.

Doh jî dagirkeran gundê Seyda, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.

Back to top button