Li Iraqê 7 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Tevgera çeteyên DAIŞ’ê li hin parêzgehên Iraqê zêde bûye. Hêzên Iraqî li parêzgehên Diyala û Nînewa 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Dezgeha Îstixbarat û Lêkolînê ya ser bi Wezareta Navxwe ya Iraqê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li parêzgehên Diyala 3 û li parêzgeha Nînewa 4 bi giştî li her du parêzgehan 7 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Li gorî wê, çeteyên ku hate girtin alîkariyên lojîstîkî dikirin.

Her wiha îfadeyên wan ên destpêkê hatin girtin û radestî dadgehê hatin kirin.

Li nava xaka Iraqê tevgera çeteyên DAIŞ’ê zêde bûye û hin caran êrişê hêzên ewlehiyê û sivîlan dikin.

Back to top button