NUQTEYA DEWLETA TIRK A LI ŞÊR MIXAR HAT BOMBEBARANKIRIN

Piştî nuqteya Morikê, ango ya hejmar 9, nuqteya hejmar 10 jî ya dewleta Tirk li gundewarê Hemayê hate armancgirtin.

 

Nuqteya dewleta Tirk a dagirker li herêma Şêr Mixar li bakur-rojavayê Hemayê li herêma ‘Bêçek” hat armancgiritin.

Di encamê armancgirtinê de gelek ziraryên madî li herêmê çêkirin.

Her wiha gelek alavên leşkerî û lojistîk ên artêşa dewleta Tirk hatin rûxandin.

Heta niha jî nehatiye zanîn ka ev balafirên ku nuqteya dewleta Tirk kirine armanc û bombebaran kir yên rejîma Sûrî ne yan jî yên Rûsyayê ne.

Hêjayî gotinê ku armancgirtina nuqteya dewleta Tirk hemwexetî serdana Erdogan ji Rûsyayê re hat.

Erdogan ji Rûsyayê, dîsan gef li rejîmê xwar û got:

”Li dijî êrîşên rejîmê yên li ser nuqteyên me, em ê her tiştî bikin, lê her tişt di wextê xwe de”

Di 16 meha borî de û di encamê operasyonên rejîa Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê nuqteya dewleta Tirk a li Morikê hatibû armancgirtin.

Her wiha di 27 heman meha borî de rejîmê nuqteya ddewleta Tirk a hejmar 10 armanc girtibû.

Di encam de 3 leşkerên dewleta Tirk birîndar bûn.

 

 

Leave a Reply

Back to top button