LI AMEDÊ SÊ SIYASETMEDAR HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî desteserkirina şaredariyan ; operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê ve didomin heta gihiştiye astekî ku zêdetir bûne.
Li Amedê sê siyasetmedarên din hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ku piştî desteserkirina şaredariyên HDP’î li 29 bajaran dest pê kirin didomin.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê, Hevserokê HDP’ê yê amedê yê beriya niha û endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê hatin destgîrkirin.

Her sê siyasetmedar birin Şaxê TEM’ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Amedê.

LI PIRSÛSÊ 6 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Ne tenê li Amedê , li Pirsûsa Rihayê jî heman kirin û zext hebûn.

Polîsên Tirk li navçeya Pirsûsê , bi ser malan de girtin û 6 kes binçavkirin

 

Leave a Reply

Back to top button