Saziyên Sivîl: Divê komîteyeke lêpirsînê here herêmên dagirkirî

Saziyên sivlî li Qamişlo û Reqayê bi daxuyaniyan bang kir ku komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe biçe herêmên dagirkirî û hesab ji berpirsên komkujiya Cindirêsê û hemû sûcan bipirsin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi daxuyaniyeke hevbeş komkujiya Cindirêsê şermezar kir.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY’ê ya bjarê Qamişlo hat dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li NY’ê hat kirin ku tedbîr pêwîst bigire ji bo niştecihên Efrînê biparêzin û fişarê li Tirkiye bike da ku dagirkeriyê bi dawî bike, berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ewlehiyê misoger bike.

Her weha bang hat kirin komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe a navneteweyî bişînin herêmên dagirkirî ji bo rewşa mirovî li wan herêman nas bike.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqa banga hesabpirsîna sûcdaran kir

Têkildarî heman mijarê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kir.

Nivîsgehê banga bidawîkirina dagirkeriyê û rawestandina sûcan kir.

Her wiha soza pêkanîna Sûriyeke demokratîk a pirreng û ne-navendî hat dayîn.

Ciwanên Helebê şehîdên komkujiyan Cindrêsê bi bîr anîn

Back to top button