HER :LI EZAZÊ 2 ÇETA HATIN KUŞTIN, 9 JÎ BIRÎNDAR BÛN

HRE’yê diyarkir ku di çalakiya wan a li dijî koma çeteyan a bi navê Polîsên Leşkerî de 2 çete hatin kuştin û 9 çete jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE)derbarê çalakiyên xwe yên li Ezaz û derdora Efrînê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HRE’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

27’ê Tebaxê hêzên rizgariyê bi çalakiyeke sabotajê seyareyekî leşkerî ku çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî ji gundê Kefer Kilbîn yê girêdayî herêma Ezazê vediguhast ji bo noqteyeke leşkerî li gundwarên bakurê Helebê, kir armanc.

Di encama çalakiyê de seyareya leşkerî hat rûxandin, 2 çete hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Her wiha 27’ê Tebaxê çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî herêmên sivîlan zêde kirine û gundên Merenaz, Malikiyê û Elqemiyê yên Şerayê topbaran kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button