Ji ber bahozê, li Helebê avahiyek hilweşiya ku berê di encama erdhejê de qelişî bû û zirarên mezin dîtibû.
Li taxa Îzaa ya Helebê ku di bin kontrola hikumeta Şamê de ye, avahiyeke 4 qatî ji ber bahozê hilweşiya.
Li gorî meclisa bajarê Helebê avahî ji ber erdhejê qelişîbû û hatibû valakirin.
Li gorî Nivîsgeha Fenî ya Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, li her du taxan 12 avahî di encama erdhejê de qelişîne û dikin hilweşin.
Ji ber ku di encama dorpêça hikumeta Şamê de, amûr û wesayîtên pêwîst nikarin bikevi taxê de.
Heta niha tenê avahiyek ji wan 12 avahiyan hatiya hilweşandin.