“Em piştgiriya gelê xwe yên li Cindirêsê dikin”

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin bertek nîşanî komkujiyan Cindrêsê dan.
Koçberan da zanîn ku komkujiya ku pêk hat hewldaneke qirkirina gelê Kurd e.

Koçberê bi navê Omer Mihemed diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze kurdan qir bike û got:

“Gelê Kurd weke mîraseke ji sedsalan ve agir di şeva Newrozê de pê dixin.

Ev agir nûnertiya serkeftinê xêrê li dijî şer nîşan dide.

Divê sûcdar werin cezakirin..

Serhildana ku şêniyên Cindirêsê pêk aniye, serhildaneke pîroz e.

Em koçberên li Şehbayê destekê didin vê serhildana li dijî dagirkerî û alîgirên wê.”

Li aliyekî din jî koçberê ji Cindirês Mihemed Dawûd jî dibêje :

“Serhildan bersiva li dijî sûcên dewleta Tirk yên 5 salan û bêdengiya navneteweyî ya li hember wê yekê ye.

Back to top button