Balyozên îran û Erebîstana Siudî li Bexdayê civiyan

Piştî hewildanên lihevanîna Îran û Erebîstana Siudî, balyozên Îran û Erebîstana Siudî yên Iraqê li Bexdayê civiyan.

Ajansa nûçeyan ya Mîhir a Îranê ragihand, doh êvarê li Bexdayê Balyozê Erebîstana Siudî yê Iraqê Ebdulezîz Şemerî ji bo xwarina fitarê serdana Balyozê Îranê yê Iraqê Mihemed Kazim Sadiq kir.

Hat gotin xwarina fitarê li balyozxaneya Îranê hat dayîn û tê de balyozên Urdun, Kuweyt, Libnan, Efganîstan, Morîtanya, Suriye û hin welatên din jî amadebûn.

Li aliyê din Balyozê Îranê yê Norwecê Elî Reza Yusifî, li ser vexwendina balyozê Erebîstana Siudî yê Norvecê Amal Yehya Muelemî ya ji bo xwarina fitarê serdana balyozxaneya Erebîstana Siudî ya li Norwecê kir.

Ev serdan di demekî de ne ku ji beriya niha Erebîstana Siudî û Îranê bi navbeynkariya Çînê ragihandin ku ew ê peywendiyên xwe yên dîplomasî ji nûve bidin destpêkirin.

Her wiha diyarkiribûn ku her du welat wê carek din balyozxaneyên xwe li welatên hev vekin.

Tê payîn beriya Cejna Remezanê wezîrên karên derve yên her du welatan bicivin.

Back to top button