YPG: Fermandar Fazil di demên herî giran yê Şoreşa Rojava de cihê xwe girt

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê û YJA-Starê Fermandar Fazil Botan bi bîr anîn. Fermandariyan diyar kirin Hevrê Fazil li çar parçeyên Kurdistanê bi rengê Egîdî tevli pratîkê bû û gotin: “Em ê tekoşîna hevrê Fazil wek tekoşîna xwe bizanibin û li ser şopa wî dawî li qirkirin û dagirkeriyê bînin.”

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî fermandar Fazil Botan bi bîr anî.

YPG’ê di serî de ji malbata hêja ya fermandar Fazil re, sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê re xwest û wiha got: “Fermandarê neteweyî hevrê Fazil yek ji wan fermandaran bû ku di demên herî zor û krîtîk ên şoreşê de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Ji pêngava Til Hemîs û Til Birak bigre hetta şerê Til Temir û Hesekê, her wiha li bajarê Serêkaniyê li beramberî êrişa mezin a DAIŞ’ê bi xwînsarî û bi dilwêrekiyeke mezin tevahî êrişên DAIŞ’ê têk bir.”

YPG: Fermandar fazil bû yek ji parêzvan û damezrînerên YPG’ê

YPG’ê da zanîn di pêvajoya ku fermandar Fazil li qada Rêbertî, li Rojava ma, ji nêz ve bi şervanên YPG’ê re eleqeder bû û got: “Ji avakirina şervanan bigre heta rêvebirina şerên giran, di hemû kêliyên jiyanê de li gel şervanên xwe bû.

Hevrê Fazil bi şêwazê jiyana xwe ya dilnizm, fedakar û bê hesab, di heman demê de bi şêwazê şerê ku rast fermandarî jê re dike û qezenc dike, bû yek ji parêzvan û damezrînerên YPG’ê.”

YPG: Em ê li ser şopa hevrê Fazil dawî li qirkirin û dagirkeriyê bînin

Fermandariya YPG’ê di dawiyê de diyar kir ew ê tekoşîna hevrê Fazil wek tekoşîna xwe bizanibin û li ser şopa wî dawî li qirkirin û dagirkeriyê bînin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bi heman wesileyê daxuyaniyek da.

YJA Star: Hevrê Fazil bi cewhera xwe ya azadiyê bû hevrêyekî malê dîrokê

Fermandariyê diyar kir Fermandar Fazil di jiyana şoreşgerî ya 34 salan de bi cewhera xwe ya azadiyê, bû hevrêyekî malê dîrokê û ev yek got: “Hevrêyekî welê bû ku di her kêliya 34 salan de hewl da Rêber Apo fêhm bike, bi dilxwazî û bêteredût tevlî bû, xwe ji ti fedakariyê venegirt, bû mirovekî bi hurmet ji gel, rêxistin, nirx û hevrêyên xwe re, bi jiyana xwe ya bi wate bi coşeke mezin tevlî bû.”

YJA-Stare anî ziman Hevrê Fazil li ser vê bingehê tevlîbûneke bi rengê Egîdî ji xwe re kir esas û got:

“Bi van pîvanan li çar parçeyên Kurdistanê di her astê de tevlî pratîkê bû.

Bi şêweyê tevlîbûna li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re gelê xwe û nirx bi gavekê bi pêş ve bir, hewl da ku dijmin timî têk bibe û di asteke girîng de ev armanca xwe bi ser xist.”

YJA Starê di dawiyê de di şexsê fermandar Fazil de şehîdên meha Adarê bi rêzdariyeke mezin bi bîr anî û soza pekanîna armacên wan da.

Back to top button