Çeteyan 220 dar li Efrîna dagirkirî birîn

Hovîtiya çeteyan ku sînor derbas kirine, li Efrîna dagirkirî dewam dike. Çete ji bo guhertina demografiya herêma Efrînê daran dibirin û xaniyên Efrîniyan difroşin. Careke din li Efrînê 220 dar hatin birîn û 2 mal hatin firotin. Li gundê Dîkêh jî welatiyek hate revandin

Sûc û kirinên dijexlaqî yên ku li Efrînê li ser destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk têne kirin, bi hovîtî dewam dikin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyên Feyleq El-şam 75 dar li gundê Basofan birîn.

Ew dar jî milkên welatiyê bi navê Cemîl Hesen Cemîl bûn.

Torê diyar kir ku çeteyên Sultan Mûrad jî 80 darên zeytûnê yên milkên welatiyê bi navê Cemal Mihye Eldîn ê ji Meydanikê birîn e.

Her wiha kesên ji aliyê çeteyan ve jî 65 dar ên welatiyê bi navê Cemal Mihemed ê ji Xilnîra birîn.

Çeteyan du malên din li Efrînê firotin

Firotina malên Efrîniyan jî didome.

Efrîn POST da zanîn ku çeteyekî Suleyman Şah ‘Elemşat’ mala welatiyê bi navê Ebdurheman Mihemed yê ji gundê Elrehmaniyê li hember hezar û 200 $ firot.

Efrîn POST da xuyakirin ku çete mala Mihemed firotiye kesekî ji gundewarên Hemayê.

Her wiha çeteyekî girêdayî Polîsên Leşkerî yê bi navê Ehmed El-casim mala Xebat Reşîd yê ji navçeya Mebatayê bi 800 $ firotIye hin xizmên xwe.

Çeteyan welatiyê bi navê selah hemo yê ji gundê dîkêh revandin

Ne tenê ev, çete binçavkirin û revandina Efrîniyên mayî jî didomîne.

Çeteyên bi navê Polîsên Leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk welatiyê bi navê Selah Hemo yê ji gundê Dîkêh revandin.

Hêjayî gotinê Selah Hemo 44 û bavê 3 zarokan e, her wiha nexweşiya dil jî bi wî re heye.

Back to top button