Hikûmeta Federal a Iraqê dosya neftê navendî dike

Endamê Lijneya Neft û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Elî Tukî derbarê biryara Dadgeha Navneteweyî de axivî û got: “Biryara Dadgehê li beramberî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo kontrolkirina kerta petrolê û rawestandina berhemanîn û firotina neftê ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl neft hinarde dikir, derbeyek kujer bû.

Li ser dosyaya hinardekirina petrola xam a Herêma Başûrê Kurdistanê ku bê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo Tirkiye diçû, Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin.

Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku pêşwazî li biryara dawî ya Dadgehê, kir.

Li gorî biryara Dadgeha Lihevanînê ya Navneteweyî ya li Parîsê dewleta Tirk a dagirker nikare carek din bê destûra Iraqê, nefta xam ji Herêma başûr werbigire û bi rêya bendera Ceyhan hinarde bike.

Wezareta Neftê ya Iraqê li ser biryara dawî ya Dadgeha Navneteweyî ya li Parisê, bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li gel aliyên peywendîdar ên herêmê û desthilatiya Tirkiyê li ser mekanîzmaya hinardekirina nefta Iraqê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyeyê guftûgo bikin.

Bi şertê ku berdewamiya hinardekirina petrolê bi rêya SOMO û pêkanîna sozan, dê hemû petrola Iraq û başûrê Kurdistanê bi rêya SOMO were hinardekirin.

“Biryara dadgehê li beramberî hikûmeta Başûr derbeyek kûjer bû”

Endamê Lijneya Neft û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Elî Tukî derbarê biryara Dadgeha Navneteweyî de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Biryara Dadgehê li beramberî hikûmeta Herêma başûr ji bo kontrolkirina kerta petrolê û rawestandina berhemanîn û firotina neftê ku rojane nêzîkî 400 hezar bermîl neft hinarde dikir, derbeyek kujer bû.

Ew kiryara Tirkiyê binpêkirina peymana du alî ya bû ku cara destpêkê di sala 1973’an de hati bû wajokirin û di sala 2010’an de hatibû nûkirin.

Ev peyman ji bo xebitandina xeta boriya Iraq-Tirkiyê, destûra hinardekirina neftê dida Wezareta Neftê ya Federal.”

Back to top button