HPG: Qadên berxwedanê bi çekên qedexekirî hat bombekirin

HPG’ê ragihand ku rejîma AKP-MHP’ê di şer de israr dike û êrîşên xwe jî zêde kiriye û got “Bi rengê herî tund wê hesab ji xayînên ku hevrêyê me Harûn “Selîm Adiya-man” radestî dewleta Tirk kirine, were pirsîn.”

Di Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin,

“Li herêma Metînayê;

27’ê Adarê dagirkeran êrîş birin ser qadên berxwedanê yên il Metînayê, Hêzên me jî bersiv dan.

Di heman rojê de, qada Golka ya Metînayê bi balafirên şer 2 caran hate bombekirin.

29’ê Adarê li qada Sîdayê 2 caran çeperên me yên berxwedanê bi çekên qedexekirî,

Û qadên Çemço û Sîdayê jî 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

HPG: Emê bi rengê herî tund ji xayinan hesab bipirsin

HPG’ê derbarê radestkirina hevrê Harûn jî got: Hevrêyê me Harûn “Selîm Adiyaman” ku li hember zehmetiyên mezin têkoşiya, ji aliyê komek xayinan ve heqaret lê kirin, piştre jî radestî dewleta Tirk hat kirin.

HPG’ê diyar kir ku “Bi rengê herî tund wê hesab ji xayînên ku hevrêyê Harûn radestî Tirk kirine, were pirsîn.

Back to top button