Di bin dirûşmeya ‘Veguherîna Demokratîk li Sûriyê… Rola Ciwanan’ Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li Helebê panelek lidarxist.
Panel li hola Star Layt bi beşdariya ciwanên PYD’ê û xwendekaran hate lidarxistin.
Di panelê de du mijarên sereke hatin nîqaşkirin.
Nasnameya Netewî ya Ciwanan û bandora şerê taybet ku ji gelek aliyan ve tê kirin.
Mijara duyem jî rêyên çareserkirina pirzgirêkên ciwanan û gavên veguherîna demokratîk li Sûriyê.
Di panelê de endama Koordînasyona Têkiliyên MSD’ê Zeyneb Qenber axivî û got: “Hûn ciwan bingehê avabûna civakê ne, ji lewra dewletên desthilatdar bi gelek rêbazan êrişî ciwanan dikin.
Em ê ji bo hevgirtina hemû ciwanên Sûriyê kar bikin.”
Endamê Têkiliyên Giştî ya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasiro axivî û diyar kir ew ji bo xwe bighînin tevahî ciwanên Sûriyê xebatan dimeşînin.