Kongra Star a Amûdê bernameya çalakiyên 4’ê Nîsanê eşkere kir

Kongra Star a navçeya Amûdê bernameya çalakiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan eşkere kir.

Kongra Star a navçeya Amûdê bi boneya nêzîkbûna 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Ocalan, bernameya çalakiyan eşkere kir.

Endama Kongra Star Hena Xalid daxuyanî da, rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên cîhanê yên azadîxwaz pîroz kir û berxwedana Rêber Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê silav kir.

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên 4’ê Nîsanê li Amûdê wiha ye:

  • 2’ê Nîsanê dê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li navenda çandê ya navçeyê were lidarxistin.
  • 3’ê Nîsanê dê daxuyanî were dayîn, dar li saziyên sivîl ên li navçeyê werin belavkirin.

Dê ji hemû saziyên sivîl komîteyek were avakirin da ku serdana malbatên şehîdan bike û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diyarî wan bikin.

Heman rojê Şaredariya Gel dê seat 10’an daran li şitilgeha Sînaayê biçîne.

  • 4’ê Nîsanê jî seat 9 dê dar li Akademiya Şehîdan werin çandin û seat 11 şahiyek li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê were lidarxistin.

Piştî daxuyaniyê, beşdaran 60 dar li saziyan belav kir.

Back to top button