Kargehek din a Neftê karê xwe ê li Başûrê Kurdistanê da rawestandin

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê, di nava hefteyekê de 2 kargehên neftê yên li herêma Başûr kar dikirin, karê xwe sekinandin.
Kompanyaya Neftê ya Gulf Keystone a Kanadî ragihand ku karên xwe ên li Herêma Başûr rawestandine.
Biryarê bandora xwe li ceyranê jî kir û ji ber rawestandina berhemanîna neftê ceyrana li heremê kêm bûye.

Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî di 25’ê Adarê de biryar da ku ji Herêma Başûrê Kurdistanê bê Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin.

Piştî vê biryarê ku rê li pêşiya diziya neftê ya Tirkiyê a bi rêka PDK’ê dikir hate girtin, gelek kargehên neftê li ber rawestandinê ne.

Di nava hefteyekê de du kargehan ragihandin ew karê xwe didin sekinandin.

Di 29’ê Adarê de kargeh DNO ya Norwêcî ragihandibû ku ew bi awayek demkî karê berhemanîna neftê disekinînin.

Kargeha Gulf Keystone a Kanadî: Me karê xwe yê li herêmê sekinand

Vê carê kargeha Gulf Keystone a Kanadî ku li bîrên petrolê yên Şêxan kar dikir, ragihand ku ew karên xwe ên li Herêma Kurdistanê didin rawestandin.

Kompanyayê da zanîn ku karên xwe rawestandine, lê tenê ewê nefta di enbaran de mayî, bişînin.

Biryara rawestandina petrolê bandora xwe li ceyranê jî kir

Biryarê bandora xwe li ceyranê jî kir.

Rawestandina petrola herêmê bû sedema kêmbûna ceyranê

Li Germiyan û Xurmalê 300 megawat ceyram kêm bûye

Wezareta Ceyranê ya Hikumeta Başûrê Kurdistanê ragihand ku ji ber rawestandina berhemanîna neftê ya li bîrên petrolê ên li Germiyan û Xurmal, 300 megawat ceyran kêmkiriye.

Back to top button