Her sal li Mexmûrê bi boneya Rojbûan Rêber Apo festîvala çand û werzîşê tê li darxistin..
Îsal jî 15’emîn festîvala 4’ê Nîsanê di 21’ê Sibatê de bi turnuvaya futbolê destpê kiribû û xebatên amadekariyê hîn dewam dike.
Festîval her sal ji aliyê qada Perwerdeya Wargeha Penaberan a Mexmurê ve tê organize kirin.
Yek ji mamostayên wargeha penaberan a Mexmurê Aştî Kara ku di komîteya amedekar ya festîvalê de cih digire di derbarê giringiya roj 4 ê Nîsanê de axivî .
Aştî diyar kir ku gelê kurd bi rojbûna Rêber Abdullah Ocalan re xwe nas kiriye û wiha got:
Jinan bi naskirin rêber Apo azadiya xwe bi destxistine.
4’ê Nîsanê ne tenê ji bo jinan ji bo zarokan jî xwedî giringiyek mezine .
Bi vê boneyê di nava zarokan de coş û kelecan çêdibe..
Divê em festîval îsal bi azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo bi encam bikin.