Talîban radyoya ‘Dengê Jinê’ girt

Talîban bi hinceta binpêkirina siyaseta xwe ya weşanê radyoya “Dengê Jinê” girt û li ser sîcîla xwe ya binpêkirina mafên jinan yekî nû lê zêde kir.

Piştî ku Talîban li Afganîstanê desthilatdarî girt, ji bo jinan ji qada giştî vekişîne û mafên wan ji dest wan bigire, gelek qedexe îmze kirin.

Herî dawî di 30’ê Adarê de radyoya “Dengê Jinê” ya li Bedahşanê girt.

Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê radyo bi îdiaya ku di meha Remezanê de weşana muzîkê dike, girt.

Rêvebira berpirsê radyoyê Naglaa Şêrzad piştrast kir ku tu muzîk li radyoyê nehat weşandin, ji ber ku Rêveberiya Ragihandin û Çandê ya Talîbanê ew qedexe kiriye û got:

Piştî Talîban rêveberiya welat desteser kiriye radyoyê wan gelek caran cezaya girtinê girtiye.

Ji ber van astengî û cezayan xebatkarên radyoyê ji malên xwe bernameyên radyoyê çêkirine.

Back to top button