Festîvala şehîd Yekta Herekol îro di roja 5. de dewam kir

Çalakiyên Mîhrecana şehîd Yekta Herekol a ku di 27’ê Adarê de destpêkirî, di roja xwe ya 5. de dewam dike.
Îro hat diyarkirin ku PDK’ê rê nedaye komeke şanoyê derbasî Rojava bibin da ku şanoya xwe ya bi serenavê ‘Hişyarkiria Cenaze’ pêşkêş bikin.

Festîvala Şehîd Tekta Herekol îro di roja 5’an de dewam kir.

Îro jî di Festîvalê de, li ser dika çand û hunera Mihemed Şêxo, şanoyeke komîdî a bi navê “Taxa JIbîrkirî” hate pêşkêşkirin.

Ev şano ji aliyê Koma Navenda Mihemed Şêxo ku ji 15 lîstikvanan pêk dihat, hate pêşkêşkirin.

PDK’ê rê neda komeke şanogeran ku derbasî Rojava bibin

Li aliyê din dihat payîn ku komeke şanoyê ya ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava be, da ku beşdarî Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bibe.

Lê hat ragihandin ku desthilata PDK’ê nehiştiya ku koma şano derbas bibe.

Nûçegihanên me ji Qamişlo da zanîn ku şanoya “Hişyarkirina cenaze” ya ku dihat payîn îro li ser dikê bihata pêşandan, ji ber qedexeya derbasbûna komê ji Rojava re hate betalkirin.

Back to top button