Di 4’ê Nîsanê de parkeke mezin li Hesekê tê vekirin

Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina parkeke mezin li ser asta herêmê dike û li gel wê lêkolînekê li ser avakirina parkeke din li Hesekê dike.

Daîreya Pîşeyî ya Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser 14’ê Çileyê de dest bi projeya avakirina mezintirîn parkekê li ser asta herêmê li Hesekê kir.

Park li ser 45 doniman tê avakirin.

Li gorî Rêveberiya Xweser mezintirîn parka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan were vekirin.

Her wiha Rêveberiya Xweser avakirina Pira Bêrûtî ya Nû a li Hesekê beriya çend rojan bi dawî kir.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê jî avakirina parkeke bi rûbera 18 doniman li taxa Xiwêran a Hesekê lêkolîn dike.

Back to top button