Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê cejna Ekîto li gelê Suryan, Asur, Keldan û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
1’ê Nîsanê, cejna Ekîto ye.
Bi vê boneyê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyamek da.
Rêveberiyê di peyamê de, ev roj ku sembola vejînê ye, li gelên Suryan, Asur û Keldan ê Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Rêveberiya Xweser ji tevahî herêmê re ewlehî xwest û weha bi dawî kir.
Bi hêviya ku di vê cejnê de hezkirin û aştî pêk were, li dijî cudakarî û nîjadperestiyê hevgirtî bin, Sûriyak demokratîk a pirreng û nenavendî ava bikin.