QSD’Ê LI DÊRA ZORÊ BI PIŞTGIRIYA KOALÎSYONÊ ŞANEYEKE DAIŞ’Ê GIRT

QSD’ê şaneyeke veşartî ya çeteyên DAIŞ’ê girt.
Şervanan, li gundewarên Dêra Zorê, operasyonek pêk anî û rê li pêşiya êrîşên mezin girt.

 

Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku, Yekîneyên wan ên taybet bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navdewletî bi operasyonekê doh berbenga sibehê operasyonek pêk anî..

QSD’ê diyar kir ku piştî demekê ji şopandin û lêkolînê ji aliyên pisporan ve, bi ser cihê şaneyê de girt û tevahiya endamên şaneyê yên li Rojhilatê Dêra Zorê girtin.

Her wiha alavên bêtêl, cilên leşkerî tevî pirtûkên girêdayî DAIŞ’ê hatin desteserkirin.

Leave a Reply

Back to top button