LI EFRÎNA DAGIRKIRÎ TEQÎNEKÊ LI KOLANA EL-VÊLAT RÛ DA

Duh di saetên êvarê de teqînek mezin li Kolana El-Vîlat a bajarê Efrînê rû da.

 

Çavkaniyên herêmî ji hundirê Efrînê ragihandin ku duh êvarê teqînek mezin li Kolana El-Vîlat a bajarê Efrînê pêk hat.

Yekser çeteyên dewleta Tirk çûn cihê teqînê, di heman demê de dengê erebeya ambulansê jî hat bihîstin.

Derbarê ziyanan de ti agahî nehatin bidestxistin.

Herî dawî di heman wextê de 2 teqîn li bajarê Efrînê pêk hatin, yek li çarxeriya Wetanî û ya din jî li Çarxereya Kawa.

Li aliyekî din kirinên dewleta tirk li Efrînê didomin.

Vê carê çeteyên Lîwa Sûltan Silêman Şah ku bi MÎTa Tirk ve girêdayî ye li gundê Çeqelê Ortê yê Şiyê hejmarek ji sivîlan revandin.

Navê hin Kesên hatine revandin wiha ye:

Elî Seyîd Xilolink

Mihemed Bêrem Hemo

Ehmed Bêrem Hemo

Selam Ehmed Elî

Û hevjîna Mihemed Mihemed Izo.

Heta niha jî agahî der barê van kesan de nehatine girtin.

Leave a Reply

Back to top button