PASDARÊN ÎRANÎ GEFEKE NÛ LI HÊZÊN EMERÎKÎ YÊN LI KENDAVÊ XWAR

Emerîka odeya ku êrîşên Kendavê jê dihatin pêkanîn, wêran kir.
Îranê jî gefên xwe ji bo wê nû kirin.

 

EMERÎKA BINIKÊ RAGIHÎNA ÎRANÎ LI KENDAVÊ WÊRAN KIR

Rojnameya New York Times li ser zimanê 2 berpirsên Emerîkî yên payebilind ragihand ku Emerîka êrîşeke razî li dijî Îranê di Hezîrana borî de pêk anî.

Li gorî berpirsan, binikê ragehînê ya ku aliyên Îranî yên nîvleşkerî ji bo pêkanîna êrîşan li ser neftkêşan bi kar tanîn, armanc kir.

Berpirsan diyar kir, bi vê êrîşê re, Îran heya demekê wê nikaribe tevgera deryayî li Kendavê bi awayekî razî bike armanc.

Berpirsan destnîşan kir ku Îran ti bersiv neda, lê belê operasyonên xwe yên elktronîk li dijî Emerîkayê dewam kir û heya niha dixwaze wan agahiyan vegerîne.

PASDARÊN ÎRANÎ GEFEKE NÛ LI HÊZÊN EMERÎKÎ YÊN LI KENDAVÊ XWAR

Îro jî Pasdarên Îranî dîsa gef li Emerîkayê xwar ku eger çi moşek an bombeyeke Emerîkî bi ser Îranê de bê, ew ê bargeh û gemiyên şer ên Emerîkî li Qeter, Îmaratê û Kendava Omanê bikin armanc.

Fermandarê hêzên deryayî yên pasdarên Îranî got:

Me berê ev armanc diyar kirine.. ji ber istixbaratên hinek welatên hevalbend ji me re gotibû Emerîka bi niyet e êrîşî me bike, lê me dizanîbû ev tişt pêk nayê.

Leave a Reply

Back to top button