DÎWARÊ PERÇEKIRINÊ LI EFRÎNÊ HETA NIHA BI DIRÊJAHIYA 3600 M HATIYE LÊKIRIN

Dewleta Tirk a dagirker lêkirina dîwarê parçekirinê li ser xaka Efrînê didomîne. Ji dema ku dest pê kiriye heta niha, bêtirî 3 hezar û 600 metre dîwar lêkiriye. 

 

Li gel wê, di serî de bêdengiya rêjîma Sûrî, û bêdengiya raya giştî lêkirina dîwar dewam dike.

Dewleta dagirker û ji bona ku bala cîhanê nekişîne, di seetên êvarê de liv û tevgerên lêkirina dîwar didomîne.

Li gorî çavkaniyên li herêmê, dirêjahiya dîwar gihaştiye 3 hezar û 600 metre.

Li gorî ku tê payîn, dewleta Tirk a dagirker pilan dike dîwarekî bi dirêjiya 75 km di navbera Efrîn û xaka Sûrî de lê bike.

Avakirina dîwar niha li gundê Basilê û Kîmarê yên Şêrawayê dewam dike.

Beriya van herdu gundan jî, dîwar li gundê Cilbirê hat lêkirin.

Her wiha li gundê Mêremînê yê Şera jî lêkirina dîwar didome.

Leave a Reply

Back to top button