HÊZÊN RÊJÎMÊ 5 GUND Û GUNDIKÊN XAN ŞÊXÛNÊ KONTROL KIRIN

Piştî hevdîtina Putin û Erdogan, şerê li başûr û başûr-rojhilatê Idlibê dewam dike, bi taybetî jî li Xan Şêxûn û Me’et Numan. Di vê derbarê de, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku di encama bombebarana balafirên rêjîmê li ser gundê El-Teh de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 

 

Çavdêriyê got ku li herêmên başûr û rojhilatê Me’eret Numan navbera hêzên rêjîma Sûrî û komên çete de şer û pevçûnên giran rû didin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku hêzên rêjîmê 5 gund û gundikên rojhilatê Me’eret Numan kontrol kirin.

Têkildarî mijarê, hilîkopterên hêzên rêjîmê 25 bermîlên teqemeniyê bi ser herêmên Circenaz, El-Teh û El-Temeni’a berdan.

Herêmên bakurê Lazqiyê jî, bi taybetî Kebanê û herêmên Cebel Şehşebo û Sehil El-Xab ên bakur û bakur-rojavayî Hemayê bûn armanca topbarana hêzên rêjîma Sûrî.

Leave a Reply

Back to top button