ILHAM EHMED: EM JI BO PARASTINA SÎNORÊ XWE TEVLÎ LIHEVKIRINÊ BÛN

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed lihevkirina sêalî ya di navbera QSD’ê, Emerîka û Tirkiyê de ji bo parastin sînor nirxand. Ilham Ehmed diyar kir ku ew tevlî mekanîzmeya ewlekariyê ji bo parastina sînorê xwe bûn, lewma wê pêvajoya yekemîn pêşeroja herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ava bike û rê li pêşiya şer bigire.

Ilham Ehmed balkişand li ser binpêkirinên dewleta Tirk û dagirkirina wê ji Efrînê û herêm din re û wiha got:

“Em tevlî mekanîzmeya ewlekariyê ji bo parastina sînorê xwe bûn, û herêma parastina sînor li gorî şertên me pêk hat.

Pêvajoya yekemîn a lihevkirina sêalî gengaz e ku pêşeroja herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ava bike û rê li pêşiya şer bigire.

Ilham Ehemd diyar kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li gorî lihevkirinê tevdigere da ku gefên li ser herêmê bide sekinandin.

Vê lihevkirinê rewşeke aram li herêmê sepand û têkoşîna QSD’ê û koalisyonê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê dewam kir.

ILHAM EHMED: BÊ NÛNERTIYA GELÊ SÛRÎ, ALOZIYA SÛRÎ ÇARESER NABE

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehemd der barê çareseriya siyasî li Sûriyê jî ev tişt anî ziman:

“Lidarxistin civînên mîna Cinêv û Sotçî ji bo çareserkirina aloziya Sûrî, bi ser neket.

Ji ber ku bêyî beşdarbûna vîna gel a rasteqîn û nûnertiya gelê Sûrî, çareserkirina aloziya Sûrî nepêkan e.

Armanca me, em Sûriyek Demokratîk, nenavendî û pir-reng ava bikin û mafê hemû pêkhateyan biparêzin.

Leave a Reply

Back to top button