43 ROJIN WARGEHA MAXMÛRÊ JI ALIYÊ HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DORPÊÇ KIRIYE

Ev 44 roj in Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûr dorpêç kiriye . Hevseroka Şaredariya Wargehê Leyla Îlhan Arzû destnîşan kir ku dorpêça li ser wargehê tê meşandin, ne mirovî ye û li dijî pîvanên netewî ye.

 

Leyla Îlhan Arzû diyar kir ku dorpêç ji aliyê rêveberiya Hikumeta başûrê Kurdistanê ve tê meşandin û wiha got:

Dorpêça 44 rojan li ser şêniyên Mexmûrê, yekser bandora xwe li ser jiyana şêniyan dike.

Ji ber vê yekê heta niha du dayîkan pitikên xwe winda kirin, û gelek nexweşên din nikarin biçin nexweşxaneyên derveyî wargehê.

Leyla eşkere kir ku wan ji bo pûçkirina dorpêşê bi gelek aliyan re peywendî çêkirin, lê heta niha bersiv ji ti aliyan nehatî ye.

Hevseroka Şaredariya Wargehê Leyla Arzu Îlhan da zanîn ku wê tekoşîna wan li hemberî dorpêçê berdewam bike.

Leave a Reply

Back to top button