Serdana wezîrê derve yê hikumeta Şamê bo Misirê

Piştî serdana wezîrê karê dervê yê Hikumeta Şamê Fêsel Miqdad bo Qahîrayê, Misirê careke din piştgirî da hewldanên çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyê.

Duh wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Feysel Mîqdad gihaşt paytexta Misirê Qahîreyê û bi wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî re civiya.

Berdevk û gerînendeyê Rêveberiya Dîplomatîk a Giştî ya Wezareta Derve ya Misirê Ehmed Ebû Zêd daxuyand, piştî civîna girtî, gelek danûstandinên berfireh di navbera şandeyên Sûriye û Misirê de li dar ketin.

Ebû Zêd eşkere kir ku herdu aliyan têkiliyên dualî û rêbazên pêşxistin û xurtkirina wan li gorî berjewendiyên herdu gelan û gelek dosyayên herêmî û navneteweyî gotûbêj kirine.

Her wiha rêbazên pêşkêşkirina alîkariyê ji gelê Sûriyeyê re, yekîtî û serdestiya Sûriye û hewldanên çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyeyê, beşek ji danûstandinan bûn.

“Misir piştgiriyê dide pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyê”

Wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî careke din, li gorî biryara 2254′an a Konseya Ewlehiyê, piştgiriya Misirê ji bo pêkanîna çareseriya siyasî li Sûriyeyê kir.

Back to top button