Çalakiya ciwanên Mexmûrê ya ji bo Rêber Ocalan bi dawî bû

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatîbû destpêkirin, bi dawî bû.

Çalakî di 11’ê Adarê de bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê û Tevgeran Ciwanên Mexmûrê de hatîbû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusuf Kara ve hat dayîn.

Yusuf Kara di destpêkê de rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û got:

“Di vê pêvajoyê de bi pêşengtiya ciwan û tevahî saziyên din yên wargehê xebatek bi hêz hat meşandin.

Rêbertiya me ji bo me hêvî, ronahî, felsefe û jiyan afirand.

Wek gelê Mexmûrê em bang li hemû raya Kurdistanî dikîn ku em 74 saliya Rêbertî bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.

Back to top button