Li Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê dar hatin çandin

Bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo li Geliyê Kersê ê Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) şitlên daran hatin çandin.

Bi armanca pîrozkirina 4’ê Nîsanê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de li Geliyê Kersê şitlên dara hatin çandin.

Beriya şitlên daran werin çandin, Endama TAJÊ Edûl Şemo axivî û diyar kir ku ew wek civaka Êzidî vê rojê li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û got:

“Em vê rojê, roja hebûna xwe û tevahiya gelên bindest dibînin.”

Piştî axaftinê ji aliyên jinan ve şitlên daran hatin çandin.

Jinên ku beşdarî dar çandinê bûyîn, destnîşankirin ku wê heta dawî li ser fikir û ramanên Rêber Apo, rêxistina xwe mezin bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser lingan bin.

Back to top button