Pispor û lêkolînerên Ereb diyar kirin ku biryara KCK’ê ya rawestandina çalakiyên leşkerî nêzîkatiyên wê ya exlaqî û mirovî nîşan dide.
Piştî erdheja 6’ê Sibatê KCK’ê biryara rawestandina hemû çalakiyên leşkerî yên li dijî dewleta Tirk a dagirker da.
Piştre Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat eşkere kir ku wê biryara wan heta dawiya hibijartinan dê dewam bike.
Nivîskar û lêkolînera ji Misirê Welaa Ebû Stêt derbarê mijarê de axivî û dazanîn ku ev daxuyanî nîşaneke din a dilsoziya vê rêxistinê ye.
Welaa da zanîn ku KCK’ê ji hemûyan re îsbat kir ku ew tê dikoşe û ji bo dozek adilane neçarî şer dibe.
Rojnamevan Silêman Şefîq jî diyar kir ku ev daxuyanî daxuyaniya mezinbûna KCK’ê û nêzîkatiyên wê yên exlaqî û mirovî nîşan dide.
Şefîq destnîşan kir ku biryara rawestandina çalakiyên leşkerî ji raya giştî ya Tirk û cîhanê re îsbat dike ku KCK’ê aştiyê dixwaze.