Mahir Mihemed: Komkujî kîna Tirkiyê li hember Kurdan nîşan dide

Rûspiyê eşîra Benî Sultan anî ziman ku komkujiya Cindirêsê kîna Tirkiyê li hember Kurdan nîşan dide.

Rûspiyê eşîra Benî Sultan a li Minbicê Mahir Hec Mihemed komkujiya Cinidrêsê şermezar kir û got:

”Komkujiya Cindirêsê ne komkujiya yekemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin.

Ji dema dagirkirina Efrînê de sûcên mîna kuştin, revandin û desteserkirina mal û milkan didomin.”

Mahir Hec Mihemed anî ziman ku sûcên li Efrînê tên kirin li eniya mirovahiyê deqek reş in.

Her wiha da zanîn ku komkujiya Cindirêsê kîna dewleta Tirk ya li hember gelê Kurd nîşan dide.

Hec Mihemed bang li hêzên navneteweyî kir ku sûcdarên komkujiyê û di serî de dewleta Tirk ceza bikin.

Back to top button