OPERASYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ 3 HDP’Î LI PIRSÛSÊ HATIN BINÇAVKIRIN

Piştî dagirkirina qeyûman ji şaredariyên HDP’ê re, zext û operasyonên qirkirina siyasî jî ji aliyê hikumeta faşîst a AKP’ê zêde bûne. Polîsan li Pirsûsê bi ser malan de girtin, 2 HDP’iyên endamên meclîsa şaredariyê û rêveberiyek partiyê binçav kirin.

Polîsan li navçeya Pirsûs a Rihayê di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, 2 HDP’iyên endamên meclîsa şaredariyê û rêveberiyekê partiyê binçav kirin.

Polîsan kesên binçav kirin birin Miduriyeta Polîsan a Bajêr û derbarê hinceta binçavkirina wan de tu agahî nehatin girtin.

ZEXTÊN AKP’Ê LI SER GEL
LI AVKEVIR A AGIRIYÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Agiriyê jî Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Av-kevir bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin.

Polîsan 4 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Miduriyeta Polîsan a Agiriyê.

Leave a Reply

Back to top button