JI BER XETERIYA LI SER NUQTEYÊN TIRKIYÊ, ERDOGAN SEFERBER BÛYE

23’ê vê mehê, rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê tevahiya bejahiya Bakurê Hemayê bi dest xist.
Bi kontrolkirina rejîmê re, nuqteya dewleta Tirk a li Morik jî hat dorpêçkirin.
Ji bo vê yekê û ji dema ku nuqteya dewleta Tirk hatiya dorpêçkirin, serokê AKP’ê Erdogan seferber bûye û ji bo xeteriya li ser nuqteyên xwe, tenê di van sê rojan de Erdogan bi serokê sê dewletan re ketiye danûstandinan de û çarenûsya nuqteyên wî ber bi tunebûnê ve diçin.

Ji dema ku rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê tevahiya bejahiya bakurê Hemayê bi dest xistiye, di nav de bajarokê Morikê ku nuqteyeke dewleta Tirk li wir e, êdî Erdogan seferber bûye.

Ev sê roj in Erdogan netebitîye û bi sê serokên dewletên mezin re ketiye nava danûstandinan de.

Mijara sereke ya van danûstandinan jî ”Xeteriya li ser nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk li Sûriyê” ye.

27 vê mehê, û piştî rejîma Sûrî bi piştevaniya Rûsyayê karwanekî leşkerên dewleta Tirk li gundewarê Idlibê kire armanc, Erdogan berê xwe da Rûsyayê û li gel serokê vî welatî Vliadîmir Putin hevdîtin pêk anîn.

Serokê AKP’ê li Rûsyayê li xwe mukir hat ku êdî xeteriyek li ser nuqteyên wî heye.

Erdogan operasyonên rejîm û Rûsyayê bi ”gefa li dijî ewlehiya netewî ya Tirkiyê” bi nav kir û tekez kir ku ew ê li dijî êrîşên rejîmê yên li ser nuqteyên wî bêbersiv nemîne.

Piştî Rûsyayê, 28 heman mehê bi serokwezîrê Birîtaniyayê Borîs Jonson re axivî û mijara Ildibê, nemaze nuqteyên dewleta Tirk, gotûbêj kirin.

Piştî vê hewldana wî û ji bo heman mijarê, bi serokê Emerîka Donald Trump re, hevpeywendiyek bi riya telefonê pêk anî..

Lê belê tiştek ji encamên vê gavê derneket holê..

Tê zanîn, di encama danûstandinên Astanayê ya ku Îlona sala 2017’an hat lidarxistin de, Rûsya, Îran û Tirkiyê li ser herêmeke ”Bêçek” li Sûriyê li hev kirin.

Weke gava yekem a vê lihevkirinê jî, Cotmeha 2017`an dewleta Tirk dest bi avakirina nuqteyên qaşo ”çavdêriyê” kir.

Ji wê demê û heta niha, şer li wê herêmê ranewestiye..

Rûsya û Rêjîm jî dibêjin, Tirkiyê pabendî lihevkirina navborî nebûye û mabûna rewşa Idlibê di halê xwe de, xeter dibînin.

Ji Heleb, heta, Deraa û herî dawî Idlib, diyar e Rûsya stratejiyek ji bo tinekirina komên çete bi kar anî..

Niha jî, çavdêr dibînin bi pêşketina Rêjîmê re, êdî pêwîstiya Rûsya bi hebûna Dewleta Tirk li Îdlib û gundewarên wê de nemaye..

Armancgiritna wan ji nuqteyên Tirkiyê re jî nîşaneya wê yekê ye..

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button