KONSEYA EWLEKARIYÊ JI BO REWŞA MIROVÎ YA LI IDLIBÊ CIVIYA

Di derbarê rewşa mirovî li Idlibê û geşedanên dawîn yên siyasyî, Meclisa ewlekariya Navdewletî civiya.

Di civînê de Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo aloziya Sûrî Geir Pedersen got, ragihandina komîteya gotûbêjkirina destûra Sûrî nêz e.

Pederson diyar kir ku di demeke nêz de ew ê serdana Îranê bike, bi armanca ku Îran bi rolekî erênî di çareserkirina kirîza Sûrî de bilîze.

Ajansa AFP`ê ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku têkildarî projeya agirbesta li Idliba Sûriyê, di vê hefteyê de danûstandin navbera endamên Meclisa Ewlekariya Navdewletî de dest pê kirin.

Diyaloganên navbera çend endamên Meclisa Elekariya Navdewletî de, bi însiyatîfa Kuwêt, Almanya û Belcîkayê ye pêk hatin.

Naveroka danûstandinan jî rewşa mirovî û rawestandina şer li Idlibê bû.

 

 

Leave a Reply

Back to top button