Kiryarên revandina sivîlan li Efrînê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve zêde bûne.
Hat zanîn ku di nava hefteya borî de çeteyan 27 sivîl revandine, û çarenûsa wan jî nediyar e.
Her wiha şewitandina zeviyan jî careke din dest pê kiriye.
Li Efrînê revandina sivîlan û wendakirina çarenûsa wan an jî birina wan ber bi cihên nediyar ve didome.
Li gorî çavkaniyên ji herêmê di hefteya borî de 27 sivîl ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine revandin.
Navên wan kesên revandî ev in:
Gundê Dêr Belûtê – Cindirêsê
– Luqman Mihemed Îdo
– Bekir Mihemed Hesen
– Ismaîl Yemlexa
– Mihemed Menan Menan
– Ehmed Wehîd Şewqî
– Mistefa Mihemed Menan
Gundê Çeqelê Ortê – Şiyê
– Elî Seîd Xiloling
– Mihemed Bêrem Hemo
– Ehmed Bêrem Hemo
– Selam Ehmed Elî
– Edhem Enwer Xelîl
– Hevjîna Mihemed Mihemed Izo
Gundê Qestelê Xidriya
-Abdulrehman Remedan
– Semîr Bekir
– Izet Hiso
– Besêl Hiso
– Welîd Mihemen Reşîd
– Mihemed Qere Mûsa
Gundê Meriskê – Şera
-Mihemed Emîn Xelîl
– Mehmûd Xelîl
– Hemîd Ebûd Henan
Gundê Kurêzlê – Şêrewa
– Ebdo Îbiş Beko
Têkildarî mijarê, çeteyên el-Emşat bi dorê zorê 150 dolar ji şêniyê bi navê Sibhî Hemê yê ji gundê Alkana yê Şiyê stand.
Her wiha li gundê Dimilya yê Mabetayê 3 sivîl beriya salekê hatibûn revandin, lê heya niha çarenûsa wan nediyar e.
Navên wan jî ev in:
– Ehmed Mehmûd Hemo
– Cîger Hisên Xelîl
– Luqman Hisên Mehmûd
Li aliyê din, çeteyên dewleta Tirk a dagirker agir bi zeviyên şêniyên gundên Mîrkan, Birîmce, Kaxirê û Rota yên Mabeta xistin.