EBÛ ERAC: LIHEVKIRINA RÛSYA Û TIRKIYÊ BÛ SEDEMA RÛDANÊN LI HEMA Û IDLIBÊ

Cîgirê fermendariya giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac derbarê rewşa Îdlibê axivî.
Ebû Erac got:
Bûyerên li bakurê gundewarê Hema û başûrê gundewarê Idilbê li ser bingeha lihevkirinek veşartî li Astaneyê rû didin.
Armacna Rûsya û rejîma Sûriyê ew e ku rêya Heleb – Şam û Heleb – Lazîqiye vebikin.

 

Cîgirê fermendariya giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac girêdayî bûyerên ku bi lez li gundewarê Hema û parêzgeha Idlibê rû didin ji Ajansa hawarê re axivî..

Ebû Erac diyar kir ku gelê Sûriyê bi giştî û bi taybet li başûrê gundewarê Idlibê û bakurê gundewarê Hemayê li benda encamên Astana 13 bûn. Lê ji ber ku lihevkirin di navbera dewletên gerentûr de pêk nehat, carek din sivîl bûn qurban.

Ebû Erac bi bîr xist ku hemû civînên derbarê aloziya Sûriyê de hatin lidarxistin vala bûn û wiha anî ziman;

Hemû civîn li dijî berjewandiyên gelê sûriyê bûn û ev yek bi awayekî eşker li bakurê gundewarê Hemayê û başûrê Idlibê tê xuyakirin.

EBÛ ERAC: ARMANCA RÛSYA RÊYA ŞAM-HELEB-LAZÎQIYÊ YE

Ebû Erac derbarê li hevkirinên dawî yên Rûsya û Tirkiyê de ev tişt anî ziman:

Lihevkirina di navbera Rûsiya û Tirkiyê de, ne girêdayî radestkirina tevahiya Idlibê ye.

Lê belê Rûsiya armanc dike ku bighêje rêya Heleb- Şam û Heleb -Lazîqiyê.

Tevgera rejîma Sûriya li herêma di navbera Xan Şeyon û Mearêt Noiman de isbata vê yekê ye.

Cîgirê fermendariya giştî ya Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan Ebû Erac di dawiyê de bang li
civaka navdewletî kir ku pêşiya qirkirina gelê sûriyê were girtin.

Leave a Reply

Back to top button