GEIR PEDERSEN: LI IDLIBÊ JIYANA 3 MILYON SIVÎL DI METIRSIYÊ DE YE

Di derbarê rewşa mirovî li Idlibê û geşedanên dawî yên siyayî, Meclisa Ewlekariya Navdewletî duh civiya.

Di civînê de Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo aloziya Sûrî Geir Pedersen axivî û diyar kir ku” ji ber şerê li Idlibê jiyana 3 milyon sivîl di metirsiyê de ye”

Pedersen destnîşan kir ku komîteya gotûbêjkirina destûra Sûrî jî di demeke nêz de dê were ragihandin.

Her wiha Pederson da xuyakirin ku bi armanca ku Îran bi rolekî erênî di çareserkirina alziya Sûrî de bilîze, di demeke nêz de ew ê serdana wê bike.

BEŞAR CAFERÎ: OPERASYONÊN ME LI IDLIBÊ MAFEKÎ REWA YE

Nûnerê rejîma Sûrî Beşar El Caferî jî di civînê de axivî û tekez kir ku operasyonên rejîmê li Idlibê ”mafekî rewa ” ye û li dijî terorîstan in.

Ajansa AFP`ê ji aliyê xwe ve destnîşan kir ku têkildarî projeya agirbesta li Idliba Sûriyê, di vê hefteyê de danûstandin navbera endamên Meclisa Ewlekariya Navdewletî de dest pê kirin.

Danûstandin navbera çend endamên Meclisa Ewlekariya Navdewletî de, bi serpereştiya Kuwêt, Almanya û Belcîkayê pêk hatin.

Naveroka danûstandinan jî rewşa mirovî û rawestandina şer li Idlibê bû.

Leave a Reply

Back to top button