MSD BI ÊL Û RÛSPIYÊN HERÊMA EFRÎNÊ RE CIVIYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk a şaxê Efrîn û Şehbayê bi êlên herêmê re civiya. Di civînê de rola êlan di rêxistikirina civakê de hate gotûbêjkirin.

 

Civîn li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên herêma Efrînê (kantonên Şehba û Efrînê), hevseroka MSD Emîna Umer û hejmarek endamên meclisê di civînê de amade bûn.

Di civînê de hevseroka MSD’ê Emîne Umer axivî û got:

Ji bo hevgirtin, rêxistinkirin û nîşandayîna riya rast erka herî mezin dikeve ser milên rûspî û êlên heremê.

Em di pêvajoyeke nazik re derbas dibin. Ji lew re divê rûspiyên êlan roleke girîng di pêvjaoya rêxistinkirin û zanekirina gel de bilîzin.

Di dawiya civînê de, beşdaran li ser girîngtirîn pêdiviyên şêniyan axivîn û heta serkeftinê biryara xwe ya berxwedanê dubare kirin.

Leave a Reply

Back to top button