ŞERVANÊ QSD’Ê MEHMÛD DÊRSIM LI AMÛDÊ BI MERASÎMEKÊ HAT OXIRKIRIN

Şêniyên navçeya Amûdê bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD’ê Mehmûd Dêrsim li goristana şehîdan oxir kir.

Şervanê QSD’ê Mehmûd Dêrsim bi nasnav Ceger Amûdî li bajarê Dêrikê dema erka xwe ya leşkerî pêk danî, di encama temasa elektrîkê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Amûdê piştî wergirtina cenazeyê şehîd ber bi goristana şehîd Îsmaîl ve çûn.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Desteya Karûbarên Şehîdan a Herêma Cizîrê û QSD’ê axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û rola şehîdan di rizgarkirina gelan de destnîşan kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd di nava slogan û tilîliyên dayikan de hate veşartin.

ŞEHÎDÊN MEHA TEBAXÊ LI QAMIŞLO HATIN BIBÎRANÎN

Li Qamişlo jî 100 şehîdên tekoşîna azadiyê yên meha Tebaxê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan hat lidarxistin.

Leave a Reply

Back to top button